Çile 24, 2023 13:39 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Hopes’ê; Tenîsbazên îranî mîdalên zîv û bronz bi dest xistin

Tenîsbazên îranî di Pêşbirkên Tenîsa ser Maseyê (PîngPong) yên Hopes’ê de mîdalên zîv û tûnc bi dest xistin.

Di dawîn roja Pêşbirkên Tenîsa ser Maseyê yên Hopes’ê da ku li Fransayê hatin lidarxistin, Feraz Şekîba ji Îranê mîdala zîv bi dest xist.

Şekîba ku li reqîbên ji Fîlîpîn, Amerîka, Spanya, Erebistan, Kanada, Qazaqistan, Misr û New Zelandê biribû, di pêşbika fînalê da 3-2 derda reqîbê îtalî û mîdala zîv bi dest xist.

Wanya Yawerî tenîsbaza îranî jî li reqîbên ji Kolombîya, Fransa, Kanada, Amerîka, Tûnis, Hîngarîya û Ukraynê bir û himber reqîbên swêdî û taylendî derda û mîdala bronz bi dest xist.

“Hopes” planeke navnetewî di Tenîsa ser Maseyê da ye ku şêwazeke gellekî baş ji bo naskirina werzişkarên baş e.

 

 

Serepeyv