Atletico Madrid a Spanyayê ji qeyranê derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338982-atletico_madrid_a_spanyayê_ji_qeyranê_derket
Tîma fûtbolê ya Atletico Madrid a Spanyayê karî ku di pêşbirka li hember Wayadolîdê de bi encama 3-0 ser keve û ji qeyranê derkeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2023 12:36 Asia/Tehran
  • Atletico Madrid a Spanyayê ji qeyranê derket

Tîma fûtbolê ya Atletico Madrid a Spanyayê karî ku di pêşbirka li hember Wayadolîdê de bi encama 3-0 ser keve û ji qeyranê derkeve.

Pêşbirka tîmên Atletico Madrid û Real Wayadolîdê di çarçoveya heftiya 18`an a pêşbirkên Lalîgaya Spanyayê de şeva buhurî li werzişgeha Wanda Mêtropolîtanoyê hat lidarxistin ku di dawiyê de ev pêşbirk bi serketina 3-0  a Atletico Madridê bi dawî hat.

Golê tîma Atletico Madrîdê di xulekên 18, 23 û 28 ên pişka yekê ya pêşbirkê da hatin tomarkirin. Tîma fûtbolê ya Atletico Madrid a Spanyayê bi vê serketinê hejmara xalên xwe gîhand 31ê û di rêza çarê ya xişteyê da cî girt. Tîma Real Wayadolîdê jî bi 17 puenan di rêza 17ê da cî girt.