41 Malên Jîngehê li Zencanê hatin vekirin
Çile 20, 2023 15:40 Asia/Tehran
Hevdem digel Destpêbûna "Hefteya Hewayê Paqij" 41 malên Jîngehê li parêzgeha Zencanê ya Îranê bi amadebûna Alîkarê Hînkarî û Beşdariyên Gelanî yê Rêxistina Parastina Jîngehê û berpirsên vê parêzgehê hatin vekirin.
Li gorî rapora IRNA'yê, Şaredarê Zencanê di rêûrisma vekirina Mala Jîngehê li Saziya Çandî ya Şaredariya Zencanê da, got: "Ev Mala Jîngehê li Şaredariyê biryar e ku mijarên têkildarî jîngehê bişopîne."
Elîreza Fîrozfer her wiah got: "Şaredarî mala gel e û her çalakiya ku ji bo berjwendiyên gel pêk tê, têkildarî şaredariyê ye."
Wî di dewamê da got: "Şaredariyê beranmeyên di asta taxan da heta projeyên xwe yên avedankirinê li gorî beşdariya gel plan darêştine."