Çile 19, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Rêzeserketinên Manchester United’ê bi encameke beranber hatin sekinandin

Tîma Manchester United’ê di pêşbirka himberî tîma Crystal Palace’ê da nekarî ji vê tîmê bibe û bi vî awayî serketina vê tîmê ya di 5 pêşbirkên vê dawîyê da hat sekinandin.

Tîmên Manchester United  û Crystal Palace’ê şeva buhurî di çarçova pêşbirkên hefteya heftan a sûperlîfa fûtbola Ingilîsê da derketin pêşberî hev ku ev pêşbirk bi encama beranber 1 bi dawî hat.

Tîma Manchester’ê di 5 pêşbirkên vê dawîyê da qet dernedabû û bi vê encama beranber hejmara xalên xwe gîhand 39an û di rêza sêyê ya xişteyê da cî girt.

Crystal Palace jî bi 23 xalan di rêza 12an da ma.

 

Serepeyv