Çile 19, 2023 17:42 Asia/Tehran
  • Yekem Kafe-Pirtûka Jinan li Amola Mazenderanê hat vekirin

Hevdem digel Hefteya Cîgeha Jinan li Îranê, yekem Kafe-Pirtûka Jinan li bajarê Amolê yê parêzgeha Mazenderanê (bakurê Îranê) hat vekirin.

Qayîmmeqamê taybet ê Şaristana Amolê di rêûrisma vekirina Kafe-Pirtûka Jinan a vê şaristanê da got: Nebûna navendên wiha li warên çandî yên vê şaristanê tê hîskirin. Ez kêfxweş im ku ji niha û pê va jin dikarin bi awayekî taybet derfet û îmkanên vê Kafe-Pirtûkê bi kar bînin.

Merziye Hamidî mamosteya zanîngeh û navenda zanistên dînî û Rêvebera Kafe-Pirtûka Jinan a Amolê jî got: Nîgeraniya min a herî zêde ji bo jinên bajarê min ev bû ku wan nedikarî zarokên xwe bişînin kî derê ku ewleh be da ku rihettir bikarin îmkanên çandî bi kar bînin.

Wê got: Hemî jin dikarin vî cihê çandî bi awayê belaş bi kar bînin.

 

Serepeyv