Çile 16, 2023 14:45 Asia/Tehran
  • Tîma Hokîya keçan a Îranê derbasî fînala pêşbirkên welatên îslamî bû

Tîma Neteweyî ya Hokîya ser Cemedê ya Keçên Îranê bi têkdana tîma Erebistanê, derbasî fînala pêşbirkên welatên îslamî bû.

Di dewama pêşbirkên Hokîya ser Cemedê ya Welatên Îslamî li Tataristanê, Tîma Neteweyî ya Hokîya ser Cemedê ya Keçên Îranê piştî sê serkeftinan li hemberî Behreyn, Imarat û Omanê û derdaneke li hemberî tîma Tataristanê, roja Duşemiyê çû pêşberê tîma Erebistanê û karî b têkdana vê tîmê derbasî pêşbirka dawî bibe.

Endamên Tîma Neteweyî ya Hokîya ser Cemedê ya Keçên Îranê di dema qanûnî encama 3-3 bi dest xistin û piştra bi derbeyên penaltî bi encama 3-1 ji tîma Erebistanê birin û derbasî fînalê bûn.

Keçên îranî yên hokîvan dê roja Sêşemiyê û di fînalê da biçin pêşberî tîma Tataristanê.

 

Serepeyv