Çile 16, 2023 14:17 Asia/Tehran
  • Sûperkupa Spanyayê; Barselona bi têkdana Real Madrîdê bû qareman

Tîma Fûtbola Barselonayê karî bi têkdana Real Madrîdê bibe qaremana Sûperkupa Spanyayê.

Tîmên Real Madrîd û Barselonayê êvara Yekşemiyê di pêşbirka dawiyê ya Sûperkupa fûtbola Spanyayê da bi hekemtiya Ricardo de Burgos li werzîşgeha Melik Fehed a bajarê Riyazê çûn pêşberî hevdu û di dawiyê da Barselona bi encama 3-1 bi ser ket.

Van du tîman karîbû bi têkdana tîmên Valênsiya û Real Bêtîsê bi derbeyên penaltiyê derbasî fînalê bibin.

Barsayê heta niha 13 caran û Realê jî 12 caran ev kup wergirtiye.

Bi giştî ev du tîm heta niha 250 carî çûne pêşberî hevdu û herî zêde Real Madrîd ser ketiye.

Real 101 caran û Barsa 97 caran bi ser ketiye û 52 caran jî encama pêşbirkê beranber bûye.

Serepeyv