Çile 16, 2023 14:00 Asia/Tehran
  • Hokiya ser cemedê ya welatên îslamî; keçên Îranê li hemberî Behreynê bi ser ketin

Roja duyem a pêşbirkên hokiya ser Cemedê ya welatên îslamî bi mazûvaniya Tataristanê hat lidarxistin û tîma hokiya ser cemedê ya keçên Îranê ji tîma Behreynê bir.

Tîma neteweyî ya Hokiya ser cemedê ya keçan a Îranê di lîstika xwe ya sêyem a pêşbirkên welatên îslamî da ku bi mazûvaniya Tataristanê tên lidarxistin, êvara Yekşemiyê çû pêşberî tîma Behreynê û karî bi encama 10-1 jê bibe û duyemîn serkeftina xwe di roja duyem a pêşbirkan da bi dest bixe.

Tîma Îranê sibeha roja Yekşemiyê jî ji Imaratê biribû.

Tîma Hokiya ser cemedê ya keçên Îranê îro anku Duşemiyê dê biçe pêşberî tîma Erebistanê.

Tîma Hokiya mêran a Îranê jî îro dê biçe pêşberî tîma Tataristanê.

Serepeyv