Çile 13, 2023 18:03 Asia/Tehran
  •  Berbijarên “Baştirînên FIFAyê” hatin nasandin

Federasyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA), lîsteya “Baştirînên fûtbola cîhanê di sala 2022an da” ser navê “Xelata The Best” ragihand.

Lîsteya baştirînên FIFAyê di halekî da hat ragihandin ku ‘Lionel Messi’ li gorî qaremanbûna digel tîma Arjantînê di Kapa Cîhanî ya Qeterê da, şansê herî zêde ji bo bidestxistina “Xelata baştirîn fûtbolîstê salê” heye.

Kesên ku werin bijartin, yê di merasimekê da ku di dawîya îsal da were lidarxsitin, bên nasandin.

Di beşa berbijarên “Baştirîn Fûtbolîstê mêr” da, navê Cûlîyan Alvarêz, Cûd Bilîngham, Kerîm Bênzêma, Kovîn Dî Biroyn, Êrlîng Halend, Şref Hekîmî, Rabêrt Lêwandovskî, Sadîyo Manê, Kilîyan Imbapê, Lîyonel Mêsî, Lûka Modrîç, Nêymar, Mihemed Selah û Vînîsîyos Jonyor xûya dike.

Di lîsteya berbijarên “Baştirîn Rahênerê mêr” da jî navê Karlo Ançêlotî, Dîdyê Dêşan, Pêp Guvardyûla, Welîd Regragî, Lîyonel Iskalonî xûya dike.

 

Serepeyv