Çile 12, 2023 19:07 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Tênîsa Ser Maseyê li Duheyê; Tênîsbazekî îranî ji reqîbê xwe bir

Tênîsbazekî îranî di Pêşbirkên Tênîsa Ser Maseyê yên Qaremanîya Cîhanê da, ji reqîbê xwe yê sengapûrî bir.

Pêşbirkên Tênîsa Ser Maseyê yên Qaremanîya Cîhanê li parzemîna Asyayê îro li Duheya Qeterê hatin domandin.

Pêşbirkên Tênîsa Ser Maseyê yên Qaremanîya Cîhanê di 2 beşên takekesî û dubil (dukesî) da tên lidarxistin ku Noşad Alemîyan ji Îranê karî ji tênîsbazê sengapûrî bibe.

Di beşa takekesî da berî vîya Nîma Alemîyan, Emîr-Hisên Hodayî û Emîn Ehmedîyan karîn ku di Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê li Afrîqaya Başûr da pişikdar bibin.

Di beşa dukesî da jî Noşad û Nîma Alemîyan ên bira wek tîmek û Emîn Ehmedîyan û Emîr-Hisên Hodayî jî wek tîmek belgeya pişikdarîya di pêşbirkên cîhanî da bi dest xistin.

 

 

 

Serepeyv