Çile 12, 2023 16:37 Asia/Tehran
  •  'Çîrokin ji Îranê' li Festîvala Gutenbergê ya Swêdê

Dora çil û şeşem a Festîvala Fîlman a Gutenbergê beşeke taybet bi navê 'Çîrokin ji Îranê' ji bo nîşandana berhemên sînemaya Îranê terxan kiriye.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya ISNA'yê, Di vê rûdana sînemayî da li beşeke taybet bi navê 'Çîrokin ji Îranê', fîlmên sînemayî yên "Hirç tuneye" berhema Cefer Penahî, "Tefrîq" anku "Kêmkirin" (Subtraction) berhema Manî Heqîqî, "Şev, Hundir, Dîwar" (Beyond the Wall) berhema Wehîd Celîlvend û sê belgefîlmên "Tu çawa diwêrî mirazeke te ya wiha pûç hebe" berhema Maniya Ekberiyê (Inglîz/Amerîka/Îran), "Ez ê Îniyê te bibînim, Rabînson" berhema Mîtra Ferahaniyê (Fransa/Swîs/Îran/Libnan) û "Hemî tiştên ku tu dibînî" berhema Nîkî Pedîdar û berhema Holendê di vê festîvalê da dê bên nîşandan.

Dora çil û şeşem a Festîvala Fîlman a Gutenbergê ji 27ê Çileyê heta 5ê Sibata 2023an li Swêdê dê were lidarxistin.

 

Serepeyv