Çile 12, 2023 15:35 Asia/Tehran
  • Ronaldo 'Goga Zêrîn' a sala 2013an ji bo karûbarên xêrxwaziyê firot

Lîstikvanê potegalî yê fûtbola cîhanê yê herî binavûdeng xelata xwe ya 'Goga Zêrîn' ku sala 2013an wergirtibû, ji bo karûbarên xêrxwaziyê firotiye.

Krîstiyano Ronaldo sala 2013an û piştî lîstineke serkeftî li Tîma Real Madrîda Spanyayê, xelata Goga Zêrîn a ji aliyê Kovara France Fottball'ê bir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ronaldo ev xelat bi 600 hezar Euroyî firot û ev pere xelatî navendeke xêrxwaziyê ji bo alîkariya bo zarokên tûşbûyî bi nexweşiyên taybet kir.

Ronaldo heta niha pênc caran xelata Goga Zêrîn bi dest xistiye û piştî Lionel Messi ku heft caran ev xelat wergirtiye, di rêza duyem a fûtbolîstên herî şanaz ên dîrokê di wergirtina vê xelatê da cih girtiye.

Serepeyv