Çile 11, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Pîngponglîzê îranî derbasî pêşbirkên qaremaniya cîhanê bû

Nîma Alemiyan pîngponglîzê îranî bi derbasbûna nav koma şanzdeh lîstikvanên sereke di pêşbirkên Qeterê da, hebûna xwe di pêşbirkên qaremaniya cîhanê da tekûz kir.

Di roja çarem a pêşbirkên tenîsa ser maseyê (Pîng-Pong) li Qeterê ji bo wergirtina pişk û para qaremaniya cîhanê di sala 2023an da, Nîma Alemiyan li hemberî pîngponglîzekî ji Koreya Başûr ku di rêza 25an a rêzebendiya cîhanê da ye, ser ket û tev li koma şanzdeh lîstikvanên sereke bû.

Nîma Alemiyan bi vî awayî pişk û para takekesî ya qaremaniya cîhanê bi dest xist.

 

Serepeyv