Çile 11, 2023 14:03 Asia/Tehran
  • Nîşangeha Hunerê ya Helebê; Nîşandana fidakarîyên şehîdên Berxwedanê

Nîgarkeşên sûrî bi neqaşî û nîgaran beşeke hemaseyên azadîkirina şarê Helebê li Nîşangeha Hunerê ya Helebê raxistin ber çavan.

Armanc ji lidarxistina Nîşangeha Hunerê ya Helebê ew e ku bîra kesên di dema azadkirina şarê stratejîk ê Helebê ji lepên terorîstan da bi mêrxasî şer kirine û canê xwe fida kirine, zindî bê ragirtin.

Nêzî 50 nîgarkeşên şarê Helebê berhemên xwe li vê nîşangehê raxistine ber çavan. Berhemên wan nîgarkeşana ji berhemên xeyalî pêk tên ku yan ser keviran hatine nitilandin an ser kaxizê hatine neqişandin.

Hêzên Artêşa Sûrîyê û “Bereya Berxwedanê” bi fermandetîya serdar şehîd Qasim Silêmanî karîn di Kanûna sala 2016an da şarê dîrokî û stratejîk ê Helebê ji lepên terorîstan azad bikin.

 

Serepeyv