Çile 09, 2023 15:41 Asia/Tehran
  • Kylian Mbappé wek 'Siltanê Het-Trîkê' di sala 2022an da hat naskirin

Êrîşkerê golavêj ê tîma neteweyî ya fûtbola Fransayê û tîma Paris Saint-Germain'ê wek 'Siltanê Het-Trîkê' di sala 2022an da hat naskirin.

Malpera Federasyona Navneteweyî ya Dîrok û Amara Fûtbolê ragihand, Kylian Mbappé bi 5 het-tîrkan di sala 2022an da karî nasnavê 'Siltanê Het-Trîkê' di vê salê da wergire.

'Koday Tanaka' êrîşkerê japonî yê tîma Albirex Niigatayê jî di lîga Sengapûrê da 5 caran het-trîk kiriye. Lê ev nasnav ji ber pêkanîna het-tîrkê di pêşbirkên asta yekem da bû para Kylian Mbappé êrîşkerê tîma neteweyî ya Fransayê û Paris Saint-Germain'ê.

Bêjeya Het-Trîkê di fûtbolê da demekê tê bikaranîn ku lîstikvanek di pêşbirkekê da sê golan bavêje.

 

Serepeyv