Çile 09, 2023 09:00 Asia/Tehran
  •  Hunermendê kongoyî bi lakên heliyayî portreya siyasetmedaran çê dike

Hunermendekî kongoyî bi bikaranîna lakên heliyayî portreyên siyasetmedaran çê dike.

Patrîk Kîkoro hunermendekî niştecihê Kongoyê ye ku botlên lakî (plastîk) yên ku li nêzikî Gola Kîvûyê hatine komkirin, ji bo afirandina berhemên hunerî bi kar tîne.

Ew van lakan bi telîsekê berhev dike û dibe stûdyoya xwe ya hunerî da ku bi alîkariya wan portreyê kesayetiyên nasyar çê bike.

Helbet armanca vî hunermendî tenê paqijkirina jîngehekê nîne ku ji ber kombûna van lakan lewitiye; ew van lakan dihelîne û şilekiyeke tîr jê çê dike û wê ji bo resimandina portreya siyasetmedaran bi kar tîne.

Ev hunermend bi çêkirina van portreyan siyasetmedaran ji ber ku girîngiyê nadin parastina jîngehê, lome dike.

 

Serepeyv