Çile 07, 2023 20:27 Asia/Tehran
  •  Twîta serokê FIFA'yê rastî nerazîtiya bikarênerên îranî hat

Bikaranîna peyveke sexte ji bo "Kendava Fars"ê ji aliyê Serokê Federasyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA) va tûşî bertek û nerazîtiya berfireh a bikarênerên îranî li Twitterê hat.

Federasyona Fûtbola Îranê jî nerazîtiya xwe li hemberî bikaranîna navê sexte li dewsa navê dîrokî yê Kendava Farsê di pêşbirkên Kupa Gelên welatên erebî ragihande FIFA'yê.

Federasyona Fûtbola Îranê li pey vê yekê bi dayîna daxuyaniyekê tevî tekeziya li ser têgehên bilind ên di navê Kendava Farsê da, nerazîtiya fermî ya civaka fûtbolê û gelê Îranê li hemberî vê mijarê ji FIFA'yê ra ragihand.

Di daxuyaniya Federasyona Fûtbola Îranê da hatiye ragihandin ku ew ê belge û raboriyên teqil û pêbawer ji bo serrastkirina pêvajoyên nedursit û berovajiya qayîde û rêzikên navneteweyî di salên bê da bo FIFA'yê bişîne.

Her wiha bikaranîna peyva sexte li dewsa Kendava Farsê ji aliyê Gianni Infantino, serokê FIFA'yê îranî bihêrs kirine û hejmareke bikarêneran li jêr posta herî dawî ya Twittera FIFA'yê ku têkildarî mirina Gianluca Vialli, endamê berê yê Tîma Neteweyî ya Fûtbola Îtalyayê ye, bêjeya "Persian Gulf" (Kendava Farsê) nivîsîne.

 

Serepeyv