Çile 06, 2023 15:48 Asia/Tehran
  • Tîma Mençêstêr Sîtîyê pêngavek din nêzîkî qaremanîyê bû

Tîma Mençêstêr Sîtîyê li tîma Çêlsîyê bir û pêngavek din nêzîkî qaremanîyê bû.

Tîmên Mençêstêr Sîtî û Çêlsî di dawîn pêşbirka hefteya nozdan a Sûperlîga Futbola Ingilîsê da li Werzişgeha Istemford Birîc a Londonê derketin pêşberî hev ku tîma Mençêstêr Sîtîyê 1-0 li tîma Çêlsîyê bir.

Arsênal bi 44 xalan di rêza yekê, Mençêstêr Sîtî bi 39 xalan di rêza duyê û Nîyokasêl jî bi 35 xalan di rêza sisêyan da ye.