Çile 02, 2023 13:16 Asia/Tehran
  • Berhema fîlmçêkerê îranî beşdarî festîvala navneteweyî ya fîlman a Rûsiyê bû

Kurtefîlma îranî ya Tabût'ê beşdarî festîvala navneteweyî ya fîlman a Taygayê (Taiga) li Rûsiyê bû.

Kurtefîlma îranî ya Tabût'ê ku Elî Emînîniya nivîskarî û derhêneriya wê kiriye, çar deqîqe dema wê ye û du aktor di mijareke civakî da tê da dilîzin.

Çîroka kurtefîlma Tabûtê derbarê arîka xuilxaneya gundekî ye ku ji ber baranê hilweşiyaye û tabûta qedîmî di bin dilopên baranê da maye.

Festîvala Fîlman a Taygayê li bajarê Xabarovska Rûsiyê û di bin çavdêriya saziyeke bi vî navî tê lidarxistin û sînematografiyê li Asyayê piştgirî û berfireh dike.

Ev encumen hin fîlman ji seranserî cîhanê dipejirîne da ku derfetê ji bo naskirin û piştevaniya ji fîlmçêkerên biferaset û nûdiyarbûyî dabîn bike.

Kurtefîlma Tabûtê beriya niha jî li festîvala Şîliyê hatiye nîşandan.

 

Serepeyv