Çile 02, 2023 10:03 Asia/Tehran
  • Dibe ku Ronaldo bi kirasê Newcastle'ê vegere Lîga Sereke ya Inglîzê

Êrîşkerê berê yê Tîma Manchester United'ê di halekî da tev li El-Nesra Erebistanê bû ku mumkin e demsala bê vegere Lîga Sereke ya Inglîzê (Premier League).

Krîstiyano Ronaldo ku êvara Îniyê di veguhestineke bigengeşe û ecêb da tev li Klûba El-Nesrê ya Erebistanê bû û girêbesta xwe digel vê tîma erebistanî heta dawiya Hezîrana 2025an girêda, dibe ku ji bo demsala bê, vegere Lîga Sereke ya Inglîzê.

Li gorî îdiaya Kanala Radyoya Talk Sport'ê ya Inglîzê, beşek di girêbesta Ronaldo digel Klûba El-Nesrê heye ku li gorî wê, eger Klûba Newcastle'ê bikare di dawiya demsalê da pişk û para beşdariya di Lîga Qaremanên Ewropayê da werbigire, ew dikare demsala bê bi awayê deyn tev li Koma Qijikan (nasnavek ji bo lîstikvanên Newcastle'ê) bibe; Klûba ku xwediyên Klûba El-Nesrê xwedîtiya wê dikin.

Ronaldo ku heta niha pênc xelatên Topa Zêrîn wergirtine, beriya destpêbûna Kupa Cîhanî ya Qeterê bi hevhatina digel tîma Manchester United'ê girêbesta  bi vê tîmê ra betal kiribû.

Serepeyv