Çile 01, 2023 13:59 Asia/Tehran
  • Beskitbolîstê îranî di nav koma kesên herî baş ên Rojavayê Asyayê de cih girt

 Erselan Kazimî beskitbolîstê Îranê di nava koma kesên herî baş ên heftiya diduyan a sûperlîga beskitbola Rojavayê Asyayê de cih girt.

Heftiya diduyan a pêşbirkên lîga beskitbola Rojavayê Asyayê di halekî de bi dawî hat ku navê Erselan Kazimî ji Îranê di nava koma kesên herî baş ên van pêşbirkan de tê dîtin.

Kesên herî baş ên lîga beskitbola Rojavayê Asyayê di amarên mîna bandorkirin, puen, rîband (Rebound) û pasa golê de hatine nasandin.

Hêjayî gotinê ye ku di heftiya diduyan a van pêşbirkan de, şaredariya Gorganê ji Îranê bi encama 83-78 li hember El-Îtihada Ehlî ya Sûriyê ser ket û Zob-Ahena Îsfehanê ji Îranê jî bi encama 75-54 li hember El-Kerame, tîma din a Sûriyê bi ser ket.

 

 

Serepeyv