Kanûn 31, 2022 16:07 Asia/Tehran
  • Jina îranî wek 'Kûraşvana herî baş li cîhanê di sala 2022an da' hat bijartin

Li gorî ragihandina fermî ya Lijneya Neteweyî ya Kûraşê, jina îranî wek 'Kûraşvana herî baş li cîhanê di sala 2022an da' hat bijartin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Fatime Bermekî kûraşvana îranî ya di giraniya zêdeyî 87 Kîlogram da ku sala 2022an mîdala zêrê ji pêşbirkên qaremaniya cîhanê li Hindê û pêşbirkên qaremaniya Asyayê li Tacîkistanê wergirtibû, wek 'Kûraşvana herî baş li cîhanê di sala 2022an da' hat nasandin.

Xelata Fatime Bermekiyê dê li pêşbirkên qaremaniya cîhanê li Tirkmenistanê di sala 2023an da pêşkêşî wê were kirin.

 

Serepeyv