Kanûn 31, 2022 14:16 Asia/Tehran
  • Ronaldo tev li Klûba El-Nasrê ya Erebistanê bû

 Krîstiyano Ronaldo, dawiya dawiyê, bi girêdana peymana 200 milyon euroyî tev li Klûba El-Nasrê ya Erebistanê bû.

Krîstiyano Ronaldo, stêrkê tîma neteweyî ya fûtbola Porteqalê bi wajokirina peymaneke 200 milyon euroyî tev li Klûba El-Nasrê ya Erebistanê bû. Klûba El-Nesrê li malpera xwe ragihand, Mêslî El-Muemer, Serokê Taxima Rêveber a vê  klûbêklûbê peymana bi Ronaldo re bo du demsalan yanî sala  heta2025’an wajo kiriye.

Li gor ragihandina Klûba El-Nesrê, ev peymana li Madrîda paytexta Spanyayê hat wajokirin û Ronaldo bi kirasê hejmra heftê yê bo vê klûbê bilîze.  

Klûba El-Nesrê ji zarê Ronaldo qala kelecana wê bo bidestxistina ezmûneke nû li welatekî cuda û rezamendiya ji nêrîna û bernameya karê vê klûbê kir.

 Ronaldo piştî ku mijara veguhestina wî bo El-Nesrê yekalî bû, got: Ez ji bo ezmûneke nû li lîgekî nû û li welatekî din bi kelecan im. Perspêktîva ku El-Nesrê heye, hander e.

Pêjnên veguhestina Ronaldo bo El-Nesra Erebistana di nîveka Kupa Cîhanî ya Qeterê dest pê bûbûn. Peymana 200 milyon euroyî ya Ronaldo, ew kiriye wek fûtbolîstê herî bi derhat li cîhanê.

 

Serepeyv