Kanûn 29, 2022 19:25 Asia/Tehran
  •  Malpera nasyar a Whoscored’ê puena herî baş da Mehdî Tarimî

Malpera nasyar a Whoscored’ê, êrişkerê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê wek lîstikvanê herî baş ê lîstika Portoyê ya li pêşbirkên Lîga Fûtbola Portogalê bijart.

Tîma fûtbola Portoyê roja Çarşemiyê di hefteya 14’an a Lîga Bijare ya Portogalê karî bi encama 5-1 ji tîma Aroucayê (Êroka) bibe.

Di vê pêşbirkê da Mehdî Tarimî, golên duyem, sêyem û çarem ên tîma Portoyê lêxistin û heta deqîqeya 84an jî lîst.

Malpera nasyar a Whoscored’ê, Tarimî wek fûtbolîstê herî baş ê pêşbirka di navbera Porto û Aroucayê da nasîn û pûena herî baş a 9.9’ê da wî.

Êrişkerê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê, bi van sê golên ku li hember Aroucayê lêxistin, 9 gul li vê demsala Lîga Bijare ya Fûtbola Portogalê lêxistine ta ku li gel Gonzalo Nonêz, êrişkerê Bênfîkayê bikeve pileya yekem a xişteya gollêderên van pêşbirkan.

 

 

Serepeyv