'Xezerçav'; Dîwana helbestên Şoreş Îsmaîlî hat weşandin
Dîwana helbestên Şoreş Îsmaîlî helbestvanê xorasanî hat weşandin.
Xezerçav wek yekem berhema helbestên Şoreş Îsmaîlî ji aliyê Weşana Bîhenyordê va li Xorasanê hat weşandin. Ev berhem ji xezel, mesnewî û dumalikên (dubeytî) vî helbestvanî ku di salên dawî da hatine hûnandin, pêk hatiye. Ji bilî van qalibên helbestê yên nasyar, Şoreş Îsmayîlî du qalibên nû jî ji xwîneran ra dane nasandin: Xezelok û Hengaw.
Hengaw helbesteke ahengîn bi kêş û kîetên yeksan di hemî malikan da ye; taybetmendiya vê qalibê ev e ku bê qafiye ye û dikare ji bo hûnandina helbestên dirêj an jî Menzûmeyên wêjeyî were bikaranîn. Li gorî gotina helbestvên, wî qaliba "Lo"ya kurdî û Mesnewî ji bo hûnandina Hengawê ji xwe ra kiriye mînak.
Xezelok jî xezeleke biçûk e ku ji sê malik an jî şeş misra anku nîvmalikan pêk hatiye.
Îsmaîlî bawer e ku ev du qalib ji ber hêsaniya xwe dikarin wek potensiyekê rê li ber hûnandina helbestên kurdî vekin.
Ev berhema xweşik û nûwaze ji 222 rûpelan pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye, Şoreş (Mihemed) Îsmayîlî ji kurdên navçeya Miyankûha şaristana Deregezê li bakurê Xorasanê - bakurê rojhilatê Îranê - ye.