Kanûn 29, 2022 14:53 Asia/Tehran
  • Tevî ku Neymar hat derxistin, Paris Saint-Germain’ê ji tîma reqîb bir

Tîma Paris Saint-Germain’ê (Parîsenjêrmen) ku mazûvanî dikir, bi zehmet karî ku ji tîma reqîb bibe.

Di destpêka hefteya şanzdehan a Sûperlîga Futbola Fransayê da, çend pêşbirk şeva buhurî hatin lidarxistin û di ya dawîn û herî girîng da, tîma Paris Saint-Germain’ê ku di rêza yekê ya xişteyê da ye, li Werzişgeha Park Dê Prens’ê (Le Parc des Princes ) bi zehmet karî 2-1 ji tîma Strasbourgê bibe.

Di vê pêşbirkê da ku pêşbirka yekê ya Paris Saint-Germain’ê piştî betlaneya ji ber lidarxistina Kapa Cîhanî ya 2022an bû, Markîno berevanê brezîlî yê tîma Paris Saint-Germain’ê di deqîqeya 14an da gola yekê tomar kir.

Wî xwe di deqîqeya 51ê da bi şaşî gol derbasî kela tîma xwe kir.

Di deqîqeya 62an da jî Neymar ji meydanê hat derxistin û bi vî awayî karê tîma Paris Saint-Germain’ê dijwar bû ku Mbappé bû rizgarker û di deqîqeya şeşan a dema zêdekirî da bi penaltîyê gola duyem a tîma xwe tomar kir.

Tîma Paris Saint-Germain’ê bi vî awayî serketina xwe ya çardehan di vê demsalê da tomar kir.

 

 

Serepeyv