Kanûn 28, 2022 13:53 Asia/Tehran
  • Halterhilgirê îranî di rêza yekê ya cîhanê da cî girt

Haterhilgirekî îranî di rêza yekê ya halterhilgirên cîhanê da cî girt.

Rêzebendîya halterhilgirtinê ya cîhanî ya sala 2022an bi awayekî fermî hat ragihandin.

Resûl Motemidî halterhilgirê îranî tevî ku ji ber pirsgirêka fîzîkî nekarî di Pêşbirkên Cîhanî yên Kolombîyayê da pişikdar bibe, di kêşa 102 kîlogiramê da, bi rekora dubêhnî ya 400 kîlogiramê di rêza yekê ya cîhanê da cî girt.

Elîreza Moyînî halterhilgirê îranî yê kêşa 89 kîlogiramê jî di beşa ciwanan di rêza duyem da cî girt. Moyînî di kêşa 96 kîlogiramê da jî di rêza şeşan da ye.

Resûl Motemidî piştî guhertina demkî ya kêşê di çiqa 109 kîlogiramê da jî di rêza sêyem a cîhanê da cî girt.

 

Serepeyv