Kanûn 26, 2022 15:41 Asia/Tehran
  •  Fîlma îranî xelata Kurtefîlma Herî Baş ji Festîvala

Kurtefîlma îranî ya "Nazperî"yê wek berhemeke sînemaya Îranê karî xelata Kurtefîlma Herî Baş ji dora heftem a Festîvala "Stuff MX"a Mekzîkê wergire.

 

Kurtefîlma "Nazperî"yê ji berhemên sînemaya Îranê ye ku Muhemedreza Muhemedî nivîskar, derhêner û amadekarê wê kiriye. Vê kurtefîlmê di halekî da xelata dora heftem a Festîvala Stuff MX'ê wergirtiye ku beriya niha ji bo wergirtina xelata

Hezar dolarî bona Kurtefîlma Herî Baş a sala 2022an di Festîvala Slema Amerîkayê da bûbû berendam û destûra beşdariya di du festîvalên nasyar yanî Sînê Mêykîng li Bengiladêşê û Norwalk'ê li Amerîkayê wergirtibû.

Kurtefîlma "Nazperî"yê çîroka keçeke efxanistanî şirove dike ku hewl dide pêşî li zewicandina xwe ya bi zorê bigire. Vê fîlmê beriya niha Peykera Festîvalê ya Baştirîn Festîvala cîhanî ya Fîlman wergirtiye û beşdarî çend festîvalên nasyar ên

navneteweyî bûye.

 

Serepeyv