Kanûn 24, 2022 18:35 Asia/Tehran
  • Navê fûtbolîstekî îranî di dîroka tîma Portoyê da mayînde bû

Navê yek ji istêrkên tîma fûtbola Îranê di lîsteya baştirîn gollêderên dîroka tîma Portoyê da hat tomarkirin.

Belavoka Ojogo ya Portugalê ragihand ku navê Mêhdî Tarêmî fûtbolîstê îranî di lîsteya baştirîn gollêderên dîroka tîma Portoyê da cî girt û nivîsî: Mêhdî Tarêmî piştî pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê dest bi lêdana golan ji bo tîma Portoyê kir.

Vî fûtbolîstê îranî piştî tomarkirina golê di pêşbirka himberî tîma Vîzêlayê (F.C. Vizela) di dewra dawîn a qonaxa komkî ya Kupa Yekitîyê da, di pêşbirka himberî tîma Gil Vicente’yê jî golek tomar kir û di pilleya 25an a lîsteya baştirîn gollêderên dîroka tîma Portoyê da cî girt.

Li gorî vê yekê ku Mêhdî Tarêmî zû golan tomar dike, divê meriv hêvîdar be ku ew rekorên dîrokî derbas bike.

Serepeyv