Kanûn 24, 2022 18:12 Asia/Tehran
  • Ji Îranê dê 4 hekem beşdarî Olempîka Guleştê bibin

Li gorî ragihandina Yekitîya Cîhanî ya Guleştê yê Kamiran Siltanîzade hekemê îranî jî di pêşbirkêln Olempîkê da hekemtîyê bike.

Kamiran Siltanîzede hekemê îranî yê guleştê pilleya xwe bo S1’ê jorda bir û bi vî awayî Yekitîya Cîhanî ya Guleştê ragihand ku ew dê bikaribe li rex Mêhdî Beşîrzade, Nîma Sadêqî û Seîd Ebbasî wek 4 hekemên îranî di pêşbirkêln Olempîkê da hekemtîyê bike.

Nika tenê ji Îran, Kanada, Alman, Qazaqistan, Tirkîye û Polonyayê 4 hekemên bi pilleya S1’ê ango di asta Olempîkê da, hene.

Herwiha li gorî lîsteya nû ya Yekitîya Cîhanî ya Guleştê, Mehmûd Sitûde ji Loristanê û Mîlad Qelavend ji Ervendê pilleya 1 a navnetewî ya hekemtîyê bi dest xist.

Mihemed Musellayîpûr Serokê Lijneya Hekeman a Federasyona Guleştê jî ku çendekê berî nika wek endamê Komsyona Hekemtîyê ya Yekitîya Cîhanî ya Guleştê hat wergirtin û nasnavê mamostetîyê bi dest xist, ji lîsteya hekemên Olempîkê derket.

Nika Îranê mamosteyek, 4 hekemên di asta Olempîkê da, 29 hekemên pilleyek li asta navnetewî, 49 hekemên pilledu li asta navnetewî û 38 hekemên pillesê li asta navnetewî di lîsteya hekemên navnetewî ya Yekitîya Cîhanî ya Guleştê da hene.

Serepeyv