Kanûn 23, 2022 13:36 Asia/Tehran
  • Rehman Emûzad wek Guleştgirê salê yê herî cewan di asta cîhanê da hat bijartin

 Yekîtîya Cîhanî ya Guleştê (UWW) Rehman Emûzad, guleştgirê îranî yê giraniya 65 wek Guleştgirê salê yê herî cewan di asta cîhanê da di sala 2022’an da nasandin.

 Yekîtîya Cîhanî ya Guleştê, berbijarên Guleştgirê salê yê herî cewan di asta cîhanê dacewan di sê beşên guleşta azad, ferengî û jinan nasandin.

 Di guleta azad de, Îranê 2 nûner di nava 5 kesên herî baş de hebûn.

 Rehman Emûzad û Emîrreza Mesûmî ku di pêşbirkên curbicur ên navneteweyî yên sala 2022’an de bi ser ketin, berbijarên vî navî bûn.

 Di guleşta ferengî de jî seyid Daniyal Sohrabî ku di giraniya 67 kg a pêşbirkên nûgîhayên cîhanê de mîdala zêrê wertgirtibû, ji wan 5 berbijaran bû.

Rehman Emûzad karî di beşa guleşata azad de bibe Guleştgirê salê yê herî cewan di asta cîhanê da di sala 2022’an de û di 20 saliya xwe de şanaziyeke mezin bi dest bixe.

 Emûzad ku di temenên kêmtir de jî nîşan dabû ku bi çi şêwazeke ecêb guleşt digire, îsal karî di giraniya 65 kg a pêşbirkên cîhanî de xebateke baş hebe.

 

Serepeyv