Kanûn 22, 2022 18:02 Asia/Tehran
  •  Yekem rûdana 'Rojên Fîlma Rûsiyê li Îranê' dê li Tehranê were lidarxistin

Rûdana yekem a 'Rojên Fîlma Rûsiyê li Îranê' dê ji 24 heta 26ê Kanûna 2022an li Tehranê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, 'Rojên Fîlma Rûsiyê li Îranê' bi armanca danûstadinên sînemayî di navbera du welatên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê dê roja Şemiyê, 24ê Kanûna 2022an, bi beşdariya berpirsên sînemayî yên du welatan û mêvanên taybet were destpêkirin.

Di vê rûdana sînemayî da sê fîlmên ji sînemaya Rûsiyê bi navên "Gelo hûn zindî ne?" bi derhêneriya Îldar Yagafarov (2022), "Min bêyî Îvan binax nekin" bi derhêneriya Liyobov Barîswa (2022) û "Welatê Êlsayê" bi derhêneriya Yoliya Kolêsnîk (2019) dê bên nîşandan.

Îran û Rûsiye di warên cûr bi cûr da xwedan berjwendiyên stratejîk ên hevpar in û ev ji hokarên sereke yên hevkariya du aliyan di salên dawî da bûye.

 

Serepeyv