Kanûn 22, 2022 16:13 Asia/Tehran
  •  Krîstiyano Ronaldo tev li klûba El-Nesrê ya Erebistanê bû

Kovara Markayê ya Spanyayê nivîsî: Sûperstarê portekîzî û lîstikvanê Manchester United'ê yê berê tev li klûba El-Nesrê ya Erebistanê bû.

 

Li gorî rapora IRNA'yê, Krîstiyano Ronaldo sûperstarê portekîzî ji bo tevlêbûna tîma El-Nesra Erebistanê bi rêveberên vê klûbê ra li hev kir û ew ê ji niha û pê va bi kirasê vê tîmê bilîze.

Li gorî ragihandina Kovara Markayê, heyama girêbesta Ronaldo dige tîma El-Nesrê dê bi qasî du demsal û nîvan be û ew ê ji bo her demsalekê 200 miliyon Euroyî wergire.

Ev veguhestin di rewşek da ye ku beriya vêya gelek gotegot li ser klûba ku Ronaldo dê tê da bilîze derketibûn, lê wî bi çûyîna xwe ya bo El-Nesrê gişt alîgirên xwe matmayî hiştin.

 

Serepeyv