Fîlma îranî ya "Hênas"ê dê li Libnanê were ekrankirin
Kanûn 21, 2022 17:08 Asia/Tehran
Fîlma sînemayî ya "Hênas"ê di çaremîn tecrubeya xwe ya ekrana navneteweyî, dê li Libnanê were ekrankirin.
Li gorî rapora IRNA'yê, Fîlma sînemayî ya bi navê "Hênas"ê bi derhêneriya Husên Darabî û amadekirina Muhemedreza Şefah di dewama ekranên xwe yên navneteweyî da, dê bi qasî 3 rojan li welatê Libnanê were ekrankirin.
Ev fîlma sînemayî berûlayên jiyana şehîd Daryûş Rezayînijad û terorkirina wî ya hovane şirove dike û dê ji 23 heta 25ê Kanûna 2022an li bajarê Beyrûta paytexta Libnanê were ekrankirin.
Hênas beriya niha bi beşdariya berpirsên xwe li bajarên Bexda, Şam û Parîsê hatibû ekrankirin û ekrana vê melodrama aşiqane li welatê Libnanê dê bibe çaremîn ekrana wê ya derveyî welêt.