Kanûn 20, 2022 18:13 Asia/Tehran
  •  Serokê FIFA'yê bi boneya koça dawî ya Mehmûd Beyatî peyama sersaxiyê

Serokê Federasiyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA) bi dayîna peyamekê ji ber koça dawî ya lîstikvan û rahênerê îranî yê pêşeng û navneteweyî daxwaza sersaxiyê kir.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Gianni Infantino Serokê Federasiyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA) di nameya xwe bo Mehdî Tac serokê Federasiyona Fûtbolê ya Îranê da ji ber koça dawî ya Mehmûd Beyatî sersaxî da.

Mehmûd Beyatî di pirraniya pêşbirkên neteweyî yên Îranê da beşdar bû û di rêza klûban da jî rengê tîma Îstiqlalê ya roja îro û Taca berê bi bîr tîne.

Mehmûd Beyatî du doran rahêneriya tîma neteweyî ya Îranê kir. Wî sala 1968an bo cara yekem tîma Îranê kir qaremana Kupa Gelên Asyayê û sala 1972an jî hevrê digel tîma neteweyî beşdarî Olempîka Mûnîxê bû.

Mehmûd Beyatî roja Înê, 2ê Kanûna 2022an, koça dawî kir.

 

Serepeyv