Kanûn 19, 2022 17:10 Asia/Tehran
  • 2 guleştgirên Îranê di lîsteya berendamên cewan di asta cîhanê da ne

Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) 2 guheştgirên azad ên tîma neteweyî ya Îranê wek berendamê baştirîn guleştgirên cewan dan nasandin.

Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) 5 berendamên guleştgirê cewan di sala 2022an da dan nasandin ku diduyên wan ji Îranê ne.

Rehman Emûzad Xelîlî ku di pêşbirkên cîhanî li Bêlgradê da mîdala zêra cîhanê wergirt û Emîrreza Mesûmî xwediyê mîdalên zêra nûciwanên cîhanê di sala 2021ê da û zêra cewanên cîhanê ya sala 2022an berendamên wergirtina vî navî ne.

Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) çend roj beriya niha jî navê 5 guleştgirên berendamê Baştirîn Guleştgirê Azad li cîhanê di sala 2022an da weşand ku navê Kamran Qasimpûr jî tê da bû.

Serepeyv