Kanûn 19, 2022 15:37 Asia/Tehran
  • Pêşangeh û Festîvala 'Çileya Îranî, Yeldaya Cîhanî' li Tehranê bi rê va diçe

Di rojên dawiya demsala payîzê û bereberê Şeva Çileyê anku Şeva Yeldayê beşeke qala Hotêla Lale'yê li Tehranê bo pêşangeh û festîvala 'Çileya Îranî, Yekdaya Cîhanî' hatiye terxankirin.

Li pey tomarkirina Rêûrisma Şeva Yeldayê di Lîsteya Mîrata Şênbe a UNESCO'yê, Pêşangeh û Festîvala 'Çileya Îranî, Yeldaya Cîhanî' li Tehranê hatiye lidarxistin û mazûvana gel, geştyar û hezkiriyên deb û rism û çanda Îranê ya dewlemened dike.

Cûreyên pêşeyên destî, mafûr û ferşên îranî yên desthûnandî û mêweyên sereke yên Şeva Yeldayê weke zebeş û hinarê li Pêşangeh û Festîvala 'Çileya Îranî, Yeldaya Cîhanî'  hatine nîşandan.

Pêşangeh û Festîvala 'Çileya Îranî, Yeldaya Cîhanî' dê bi qasî 10 rojan li Tehranê berdewam be.

Gelê Îranê sibe ne dusibe bi boneya Şeva Çileyê diçin serdana hev û şeva herî dirêj di salê da bi hev ra derbas dikin.

 

Serepeyv