Kanûn 19, 2022 12:33 Asia/Tehran
  •  'Sisê di neh hezarî da' Baştirîn belgefîlma Festîvala 'Sînemaya Heqîqetê' da

Belgefîlma 'Sisê di neh hezarî da' xebata Kanala Cîhanî ya Seherê ya beşa Dervesînorî ya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê wek baştirîn belgefîlma dora 16an a Festîvala Sînemaya Heqîqetê hat bijartin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Belgefîlma 'Sisê di neh hezarî da' bi derhêneriya Bêhrûz Nûranîpûr her wiha xelata Peykera Zêrîn a beşa Şehîd Avînî di dora 16an a Festîvala Sînemaya Heqîqetê wergirt.

Belgefîlma Sisê di neh hezarî da şiroveyeke serhejîner ji jiyana jinên Êzidî ye ku ji aliyê DAIŞ'iyan va destdirêjî li wan hatiye kirin. Ev belgefîlm her wiha qala jiyana jin û keçên Êzidî li Şengalê dike ku ji aiyê DAIŞ'iyan va tên dîlgirtin.

Belgefîlma 'Sisê di neh hezarî da' şiroveyeke xwerû û diltezîn bersivdêrên hevpeyîvînê bi du zimanên Kurdî û Erebî ye.

Bajarê Şengalê di 130 kîlometriya rojavayê Mûsilê ye û war û meskena etnîkên cûr bi cûr nemaze kurdên Êzidî û ereban e.

 

Serepeyv