Kanûn 19, 2022 08:15 Asia/Tehran
  • Arjantînê bi têkdana Fransayê Kupa Cîhanî ya 2022an wergirt

Tîma neteweyî ya Fûtbola Arjantînê êvara Yekşemiyê, 18ê Mijdara 2022an, di pêşbirkeke balkêş û dijwar da karî tîma Fransayê di fînala Kupa Cîhanî ya 2022an li Qeterê têk bide û bo cara sêyem bibe qaremana cîhanê.

Pêşbirka fînala Kupa Cîhanî ya 2022an li Qeterê şeva derbasbûyî li werzîşgeha Lûsêyla vî welatî hat lidarxistin.

Di vê pêşbirkê da du tîmên Arjantîn û Fransayê di demên qanûnî (90 deqîqe) û zêdekirî (30 deqîqe) da encama beranber yanî 3-3 bi dest xist û derbeyên Penaltiyê tîma qareman diyar kir.

Di derbeyên penaltiyê da tîma Arjantînê bi encama 4-2 ji hevrika xwe bir û bû qaremana Kupa Cîhanî ya 2022an.

Arjantîn pêştir jî di salên 1978 û 1986an da bûbû qaremana cîhanê.

Di dawiya pêşbirka fînala Kupa Cîhanî ya 2022an da baştirînên vê dora Kupa Cîhanî ya Fûtbolê jî hatin nasandin.

Lionel Messi kaptanê Tîma netewey ya Fûtbola Arjantînê di dawiya van pêşbirkan da wek Baştirîn Lîstikvanê Kupa Cîhanî ya 2022an li Qeterê hat bijartin.

Enzo Fernández hafbekê Arjantînê yê 21 salî jî wek Baştirîn Lîstikvanê Cewan hat nasandin.

Emiliano Martínez jî ku roleke mezin û bingehîn bo Tîma Arjantînê hebû, wek Baştirîn Golparêzê Kupa Cîhanî hat bijartin û karî Lepika Zêrîn li ser navê xwe tomar bike.

Her wiha Kylian Mbappé ji Fransayê bi 8 golan wek Baştirîn Golavêj hat naskirin û karî Sola Zêrîn bi navê xwe tomar bike.

 

Serepeyv