Kanûn 13, 2022 08:43 Asia/Tehran
  • Fûtbolîstê îranî yê tîma Portoyê bala rêvebirên Arsênalê kişand

Fûtbolîstê îranî yê tîma Portoyê careka din bala rêvebirên Arsênalê kişand.

Mêhdî Tarêmî ku berî nika mijara meyla rêvebirên tîma Arsênalê ji bo wergirtina wî ketibû rojevê, vê carê jî navê wî wek yek ji kesên sereke di lîstya fûtbolîstên ku biryar e ew tîma wergire da cî girt.

Rojnama O Jogo ya Portugalê nivîsî: Rêvebirên tîma Arsênalê careka din bala xwe dane ser wergirtina Tarêmîyê sîsalî.

Gabrîyêl Jêsos fûtbolîstê tîma Arsênalê ku di Kapa Cîhanî ya Qeterê di pêşbirka himberî tîma Kamêronê da tûşî kêşeya fîzîkî bû, pêwîst e ku çoka wî bikeve ber niştegerîyê, lewma rêvebirên Arsênalê careka din ragihînin ku hez dikin Mêhdî Tarêmî fûtbolîstê îranî yê tîma Porto ya Spanyayê wergirin.