Guleşta azad a Îranê li cîhanê bû duyem
Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê di fînala pêşbirkên Kupa Cîhanî da bi derdana li hemberî Amerîkayê bû duyem.
Fînala pêşbirkên Guleşta Azad ku vê berbangê li parêzgeha Ayovaya Amerîkayê navbera tîmên Îran û Amerîkayê dest pê kribû, di dawiyê da bi encama 6-4 ser xêra tîma mazûvan bi dawî hat.
Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê di dora komî da bi encama 9-1 û 6-4 ji tîmên Japonê û bijardeya cîhanê biribû û derbasî fînalê bûbû. Tîma Amerîkayê jî di qonaxa komî da bi encamên 7-3 û 10-0 karîbû Mixolistan û Gurcistanê têk bide.
Beriya vêya hinekan bi pêkanîna atmosfereke giran dixwest ku bi gotin û dirûşmeyan bal û fikra endamên Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê aloz bikin, lê kadroya teknîkî û guleştgiran bala xwe neda ser wan.
Her wiha di pêşbirka rêzebendiyê da jî tîma Bijardeya Cîhanî karî bi encama 8-2 ji Gurcistanê bibe û derkeve pileya sêyem.