Kanûn 10, 2022 17:20 Asia/Tehran
  • Xelata Farabî pêşkêşî islamnasê malêzîyayî hat kirin

Di Sêzdehemîn Mêhrigana Navnetewî ya Farabî`yê da li Kovalalampûrê, xelata Farabî pêşkêş islamnasê malêzîyayî Prof. Osman Bekir hat kirin.

Balyozê Komara Islamî ya Îranê di merasima rêzgirtina li Prof. Osman Bekir da ku li Dezgeha Navnetewî ya Hizir û Şaristanîyeta Islamî ya Malêzîyê hat lidarxistinê, wek rêzgirtina li 50 sal hewla zanistî, xelata Farabî di Sêzdehemîn Mêhrigana Navnetewî ya Farabî da pêşkêşî vî hosta û zanyarê bijare yê cîhana islamê kir.

Osman Bekir yek ji kesayetîyên navdar û kêrhatî di pêşxistina xwendin û lêkolînên islamî mideha 50 salên hewl û xebata avaker a zanistî da gellek berhemên binirx têkildarî wêje, çand û şaristanîyeta dewlemend a îranî-islamî raber kirine û têza wî ya doktorayê jî lêkolîneke deqîq û tam derbara berhemên hin alimên dînî û zanyarên mezin ên îranî yên weke Farabî, Gezzalî û Qutbeddînê Şîrazî da ye.