Kapa Cîhanî ya Qeterê; Brezîlê derda û wêda çû
Tîma futbolê ya Brezîlê di qonaxa bijartina 4 tîmên serketî ya Kapa Cîhaîn ya 2022 ya Qeterê da derda tîma Korowasîyê û ji rêzê wêda çû.
Di pêşbirka yekê ya qonaxa bijartina 4 tîmên serketî ya Kapa Cîhaîn ya 2022 ya Qeterê da tîmên Brezîl û Korowasîyê derketin pêşberî hev ku ev pêşbirka di 90 xulekan da bi encama beranber 0 bi dawî hat lê Nêymar ji Brezîlê di xuleka 105ê da gola yekê tomar kir.
Di xuleka 117ê da Birono Pêtkovîç ji Korowasîyê encam beranber kir û encama pêşbirk ma bi penaltîyan were yekalîkirinê.
Di penaltîyan da tîma Korowasîyê bi saya keleparêzê xwe Domînîk Lîvankovîç karî ku 4-2 li tîma Brezîlê bibe û derbasî qonaxa 4 tîmên serketî bibe.
Tîma Korowasîyê di Kapa Cîhanî ya buhurî da jî derbasî fînalê bibû ku derdabû tîma Firansayê û di rêza duyê da cî girtibû.
Brezîl jî ji sala 2002yê va ku nikare bibe qaremana Kapa Cîhaîn.