Pêşbirkên kişika Spanyayê; Tebatebayî bû qareman
Kanûn 09, 2022 15:24 Asia/Tehran
Seyîd Emîn Tebatebayî, bû qaremanê xişteya mamosteyên mezin yên Êlo Bêrgat a Spanyayê.
Şeva buhurî di dewra dawîn a van pêşbirkan da Seyîd Mihemed Emîn Tebatebayî, endamê tîma netewî û nûnerê kişika Îranê bi puena 2660`î li hember mamosteyê mezin Metiyas Bilûbam, kişikbazê almanî ser ket û di rêza yekê ya xişteya pêşbirkan da cî girt.
Tebatebayî paşê di çar pêşbirkên wêdadayînê yên lezgîn da ji 2 mamosteyên mezin ji Hind û Sengapûrê bir û tevî ku puena 2670`yê derbas kir û kete nav 70 kişikbazên bijare yên cîhanê, bû qaremanê van pêşbirkan.