Kanûn 09, 2022 13:44 Asia/Tehran
  • Îran û Tirkiye di warê werger û weşandê da hevkarî dikin

Navenda Birêxistina werger û weşanê Me'arîfa Îslamî û Zanistên Însanî ya Îranê û Weşana Dar-ul-Îmam Reza (S) ya Tirkiyê li ser mijara mearîf û çanda Ehli Beytê (S) hevkarî dikin.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Li kêleka sî û nehemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Stenbolê, têgihîştinnameya hevkariya Navenda Birêxistina werger û weşanê Me'arîfa Îslamî û Zanistên Însanî ya Îranê û Weşana Dar-ul-Îmam Reza (S) ya Tirkiyê jib o wergerandin û weşandina pirtûkan li ser mijara Ehli Beytê (S) hat wajokirin.

Weşana Dar-ul-Îmam Reza (S) ya Tirkiyê wek weşana pispor di mijarên têkildarî Ehli Beytê (S)m heta niha gelek li ser Ehli Beytê (S) weûandine.

Rêveberê vê weşandinê qala weşandina berhemên taybet li ser Ehli Beytê (S) taybetî zarok û nûciwanan di pêşerojê da kir û li ser dabînkirina çavkaniyên binirx ji bo werger û weşandinê di vî warî da bi mebesta bandordanîna zêdetir tekez kir.

Weşana Dar-ul-Îmam Reza (S) ya Tirkiyê niha weşandina berhemeke 14 cindî li ser 14 mesûman dest pê kiriye.

 

Serepeyv