FIFA'yê pişka parzemînan di Kupa Cîhanî ya 2026an da ragihand
Federasyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) par û pişka parezemînan di Kupa Cîhanî ya 2026an da ku wê bi awayekî hevpar li Kanada, Amerîka û Mêkzîkê were lidarxistin, ragihand.
Federasyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) par û pişka parezemînan di Kapa Cîhanî ya 2026'an da bi awayekî fermî ragihand:
Ewrûpa: 16 parên rasterast
Afrîqa: 9 parên rasterast
Asya: 8 parên rasterast
Amerîkaya Bbakûr, Konkakaf û dorhêla Deryaya Karayîbê: 6 parên rasterast
Amerîkaya Başûr: 6 parên rasterast
Oqyanûsiye: Pareka rasterast
Playoff: 2 tîm ji parezemînên Amerîka, Asya û Afrîqayê
3 welatên Amerîkaya Bakûr yanî Kanada, Mêkzîk û Amerîkayê wekî mazûvan bi awayekî rasterast di kupê da cî girtine. Tê gotin rêûrisma destpêkirina van pêşbirkan wê li her sê welatan were lidarxistin.