Kanûn 08, 2022 14:29 Asia/Tehran
  •  FIFA'yê ceza li sê welatên binpêker li Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê birrî

FIFA'yê tîmên neteweyî yên cezaya pere li Krowasî, Sirbistan û Erebistanê ji ber binpêkirinê birrî.

FIFA'yê federasiyonên Krowasî û Sirbistanê ji ber binpêkirina qanûnên rêkmendî û înzibatê da ber cezayê. Krowat divê 50 frankên Swîsê wek ceza bidin; ji ber ku alîgirên vê tîmê di pêşbirka digel Kanadayê da bêrêzî li keleparêzê sirbistanî yê Kanadayê kir.

Sirbistan jî divê cezaya 20 hezar frankî bide. Beriya pêşbirka digel Brezîlê alayek li cihê guherîna kincan a Sirbistanê hat daleqandin ku nexşeya Welatê Kozovoyê li nav axa Sirbistanê nîşan dida û peyama "Ti wextî teslîm nebe" li ser wê hatibû nivîsîn.

Ji bilî vêya, FIFA'yê du caran ceza li Yekîtiya Fûtbola Erebistanê bi 15 hezar franskên Swîsê ji ber reftara nedurist a tîma vî welatî birrî. Lîstikvanên Erebistanê di pêşbirka digel Arjantîn û Mekzîkê da her car 6 kartên zer wergitin.

 

Serepeyv