Kanûn 07, 2022 15:01 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê; Spanyayê derda Merakişê

Tîma fûtbolê ya Merakişê bi saya keleparêzê xwe karî encameke ecêb bi dest bixe; him tîma Spanyayê wêda da û him jî derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serketî ya Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê bû.

Pêşbirkên qonaxa bijartina 8 tîmên serketî ya Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê şeva buhurî hatin domandin ku pêşbirka di navbera Spanîya û Merakişê da tevî 30 xulekên zêde, bê encam bi dawî hat.

Ji bo dîyarkirina encamê pêwîstî bi penaltîyan hebû ku tîma Merakişê bi saya keleparêzê xwe Yasîn Bûnû karî himberî tîma Spanyayê ser keve û derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî bibe.

Keleparêzê Merakişê 3 penaltî kontrol kirin û fûtbolîstên merakişî karîn 3 penaltîyan bikin gol û bi vî awayî spanîyayê 3-0 derda tîma Merakişê.

Merakişê di rêza 8 tîmên serketî da cî girt û weke tîma sisêyan a afîrîqî di dîroka Kapa Cîhanî da ye ku gihîştîye vê qonaxê.

 

Serepeyv