Kanûn 07, 2022 12:45 Asia/Tehran
  •  Portegal û Merakiş derbasî qonaxa çaryeka fînalê ya Kupa Cîhanî bûn

Du tîmên Portegal û Merakişê bi têkbirina hevrikên xwe derbasî qonaxa çaryeka fînalê ya Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê bûn.

Êvara Sêşemiyê tîma neteweyî ya fûtbola Portegalê di pêşbirka dawiyê ya qonaxa heştyeka dawiyê ya Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê da çû pêşberî Swîsê û bi encama 6-1 jê bir.

Bi vî awayî tîma Portegalê wek heştemîn tîm derbasî qonaxa çaryeka dawiyê bû.

Beriya vê pêşbirkê jî tîma Merakişê di demên zêdebarî da û bi derbeyên penaltiyê ji tîma Spanyayê biribû û wek tîma heftem xwe gihandibû qonaxa çaryeka dawiyê ya Kupa Cîhanî Fûtbolê ya 2022an li Qeterê.

Bi van encaman ev du tîmên serkeftî yanî Portegal û Merakiş biryar e di qonaxa din da biçin pêşberî hevûdu û tîma serkeftî derbasî qonaxa nîvfînalê bibe.

 

Serepeyv