Tîma Wuşo ya Îranê mîdala yekê di Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê da bi dest xist
Kanûn 06, 2022 17:00 Asia/Tehran
Wuşokara îranî di rêza duyê ya Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê da cî girt.
Dewra Heştan a Pêşbirkên Wuşoya Qaremanîya Cîhanê ji îro va li şarê Tangirang ê Endonêzîyê destpê bû û wuşokarên keç û kurr ên îranî derketin pêşberî reqîbên xwe.
Di pişka Talo ya keçikan da, Nazenîn Bazdar`ê mîdala zîv bi dest xist.
Di vê çiqê da wuşokara çînê di rêza yekê û ya hong kongî jî di rêza sisêyan da cî girt.
Eva mîdala yekê ya karwanê Wuşoya Îranê di Pêşbirkên Qaremanîya Ciwanên Cîhanê da ye.